IAEA: Îran stoka xwe ya Ûranyûma dewlemendkirî zêde kiriye

IAEA: Îran stoka xwe ya Ûranyûma dewlemendkirî zêde kiriye

PeyamaKurd – Ajansa navdewletî ya Enerjiya Atomê (IAEA), ragihand ku Îran stoka xwe ya ûranyûma dewlemendkirî zêde kiriye û zêdekirina wê dewam dike.

IAEA, di rapora xwe ya ku 3 mehan carekî bi endamên rêvebiriya ajansê re parve dike, agahiyên li ser xebatên dezgeyên li Îranê parvekir. Li gor texmînên ajansê; Îran stoka xwe derxistiye 62.3 kîloyan. Li gor rêjeyên meha êlûna borî Îran ûranyûmê 6,7 kîlo zêde kiriye.

Ajans bertekê nîşanî tewrê Îranê da ku zahmetiyan daniye pêşiya kontrola ajansê û ajans niha nizane bê li Îranê çiqas ûranyûma dewlemendkirî heye.

Ajansê, li sê ciyên Îranê nîşan kiribû ku emareyên Ûranyûmê hene lê Îranê ji ajansê re nikaribû bersiva van nûmûneyan bide û hem Îran agahiyan nedabû ajansê. Ev mijar bû bû sedem ku di navbera ajans û Îranê de nexweşî peyda bibin. Li gor ragihandina ajansê wisa xwuya dike ku Îran hilberîna cih û miqdarê ûranyûmê ji ajansê vedişêre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin