PeyamaKurd - Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalvendî diyar kir ku wê rezervên xwe yên ûranyûma dewlemendkirî dawiya mehê di çarçoveya peymana nukleerê de derxînin ser rêya hatiye diyarkirin.
Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalvendî civîneke çapemeniyê pêk anî û got, "Ji îro û pê ve kar dest pê kiriye ku rezervên ûranyûma dewlemendkirî ji 300 kîlogramî zêdetir bibe. Di nava 10 rojan de yanî 27ê Hezîranê em ê ji vî sînorî derbas bibin."
Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalvendî eşkere kir ku li navenda Buşhir ji sedê 5 hilberîna ûranyûmê zêde bikin û li ya Tehranê jî ji sedê 20 wê zêde bikin.
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî hefteya derbasbûyî di konferansekê de ya ji bo xurtkirina hevkariya dewletên Asyayê gotibû, wê sozên xwe yên di çarçoveya peymana nukleerî de dane kêm bikin.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî beriya niha gotibû, "Îran nikare bi rengekî yekalî vê peymanê bidomîne."
Peymana nukleerî sala 2015an di navbera Îran, Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa, Brîtanya û Almanya de li Viyanayê hatibû îmzekirin ku sala borî Amerîka ji peymanê vekişiyabû û dorpêçên nû li ser Îranê sepandibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin