PeyamaKurd - Hate îdiakirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo amadekariya operasyoneke mihtemel a daketina leşkerî li ser Girava Xargê ya Îranê, sewqiyata xwe ya li herêmê bi awayekî berbiçav lez kiriye. Ev girav wekî dilê aboriya Îranê û navenda herî giring a petrolê ya li Kendava Farisê tê naskirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Îsraîlî The Jerusalem Postê, ku xwe dispêre çavkaniyên agahdar ên Washingtonê, rayedarên payebilind ên Amerîkî hevpîşeyên xwe yên li Îsraîl û welatên din agahdar kirine ku dibe ku DYA “neçar bimîne” operasyoneke bejayî li ser Girava Xargê pêk bîne. Armanc ji vê pêngavê, birrîna bihêrka sereke ya aborî yê Tehranê û kontrolkirina binesaziya enerjiyê ye.
Çavkaniyên leşkerî diyar dikin ku ji bo amadekariya daketina li Girava Xargê, Amerîka şandina bi hezaran leşkerên Marines û Hêzên Deryayî bo Rojhilata Navîn lez kiriye. Di vê çarçoveyê de, Koma Amade ya Amfîbî ya USS Boxerê ber bi herêmê ve bi rê ketiye. Ev kom ji keştiya êrîşê ya amfîbî USS Boxerê û keştiyên veguhastinê yên USS Portland û USS Comstockê pêk tê, ku bi giştî nêzîkî 4,500 leşkerên taybet hildigirin.
Girava Xargê xwedî giringiyeke krîtîk e; ji ber ku nêzîkî %90ê petrola xav a Îranê ji vê giravê tê hinartin û beşekî pir mezin ê vê petrolê ber bi Çînê ve diçe. Pisporên leşkerî destnîşan dikin ku dagirkirina vê giravê ne bi tenê derbeyeke li ser Îranê ye, lê di heman demê de peyameke xurt e ji bo bazara enerjiyê ya cîhanî û welatên ku petrolê ji Îranê dikirin.
Tê ragihandin ku di nav rêveberiya Donald Trump de li ser dagirkirina giravê nîqaşên germ hene. Her çend hin rayedar vê gavê wekî çareseriya herî bi bandor a ji bo rakirina dorpêça Tengava Hurmizê bibînin jî, hinek din li ser rîskên operasyoneke bejayî û îhtîmala berfirehbûna şer hişyariyan didin.
Heta niha ji aliyê Pentagon an jî Qesra Spî ve derbarê hûrgiliyên vê plana daketinê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê tevgera leşkerî ya li Kendavê nîşan dide ku amadekariyên qonaxeke nû û xeternak di şer de têne kirin.