PeyamaKurd – Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran (IFJ)ê xwest 7 rojnamegerên ku ji ber bîranîna hevrêyên xwe yên hatin qetilkirin hatin girtin, bên berdan.
Di çalakiya 21ê kanûnê de li Stembolê ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgînê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve bi balafirên bêmirov ên Çekdar hatin qetilkirin, rojnameger Gulîstan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akîn, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal hatin binçavkirin.
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyayê de xwest 7 rojnameger bên berdan.
IFJyê, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, “Em bang li rayedaran dikin ku demildest wan berdin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin