PeyamaKurd - Îmaratê ragihand ku wê bersiva êrişên bi dron û mûşekan ên Îranê daye.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê di daxuyaniya xwe ya îro de ku li ser X'ê parve kiriye, ragihand ku ji aliyê Îranê ve bi moşek û dronan li dijî wan êrîş hatin kirin.
Wezaretê da zanîn ku dengên ku li deverên cuda yên welêt têne bihîstin ên pergalên parastina hewayî ne ku bi mûşekên balîstîk, mûşekên krûz û dronan re mijûl dibin.
Rojên duşem û sêşemê Îranê li devera El Ficîra ya Îmaratê êriş bire ser cihekî petrol, di encamê de 3 kes birîndar bûn. Îmaratê der barê êrişê de ragihandibû ku 4 mûşekên kruz ji aliyê Îranê ve hatin avêtin, 3 li ser herêma deryayî ya navneteweyî hatine têkbirin û yek li ser deryayê ket.