Îngîltere: Operasyona Putin ya bi dizî bi ser neket

Îngîltere: Operasyona Putin ya bi dizî bi ser neket

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îngîltere John Healey ragihand ku ji her aliyê de bi êrîşkariya Rûsya re rû bi rû ne. Ev talûke ji bo Îngîltere heyatiye. Healey got ku operasyona Putin ya xef, têk çûye û wezîfa hukumeta wan parastina Îngîltere ye.

John Healey, civîna çapemeniyê li baregeha sereokwezîrtiyê de kir û behsa xebatên Rûsyayê yên li Atlantîkê kir. Healey got:

“Di nav ava îngîltere de, me tesbîta operasyona Rûsyayê ya keştiya noqavê kir. Çend hefteye herkes bala xwe daye ser Rojhilata Navîn lê Îngîltere bi hevkarên xwe Norweçê û yên din re li Bakûrê Îngîltere di Atlantîkê de mudaxeleyê xebatên Rûsyayê kir.

Di operasyona Rûsya de keştiya Rûs ya Akulayê û 2 alavên noqavê yên Rûsyayê ku girêdayê Rêvebiriya Rûsyayê ya Lêkolîna Deryayê ya Kûr (GUGI) bûn, kir…

Îro em cara yekê dîmenên baregeha GUGI û keştiyan belav dikin. Alavên navborî ji bo çavdêriya binê avê û di wexta şer de ji bo sabotajan bikin hatine hilberîn. Me wezîfê da artêşa xwe ji bo çavdêriya wan bikin û ji bo Rûsya dest ji xebatên xwe berde.”

Wezîr ragihand ku 24 seet keştiyên Rûsyayê şopandine, di kar de keştiyekî şer û balafirekî P8 bi balafirên hevkaran re kar kirine. Piştî şopandina wan, Rûsya paşde vekişiya û Îngîltere jî di nav ava Îngîltere û dora avê de, 2 keştiyên GUGI şopandine. Wezîr got ku operasyon mehekiye dewam dike, balafira wan 450 seet firiyaye, firqeteynên wan hezar mîl rê çûne û di mudaxeleyê de 500 xebatkarên Îngîltere cîh girtine.

Healey, xîtabê Putin kir û xebatên wî şermezar kir. Wezîr got:

“Em we dibînin, xebatên we yên li ser kabloyên me û xetên me dibînin. Em rê nadin ku hun zerarê bidin me û wê encam gelek xerab bin. Ev rewş nîşanî me dide ku binê avê ji bo çendîn girînge. Em welatekî giravîne. Girêdan ji bo me her tişte ji ber di bin avê de tora me ya kabloyan û xeta borûyê heye.

Nîvê gaza ku malên me germ dikin, telekumunîkasyona navdewletî û doneyên trafîkê %99 di wir de diçin. Her roj em bi trilyon Sterlînî bazirganiyê di ser de dikin. Ji ber wê ye binê deryayê ji bo dijminê me dibe hedef.”