Îranê êrîşeke nû ya moşekî da destpêkirin!

Îranê êrîşeke nû ya moşekî da destpêkirin!

PeyamaKurd – Êrîşên moşekî yên Îranê gihîştin qada hewayî ya Îsraîlê û li gelek hedefên li wî welatî xistin.

Êrîşa "Şêrê Bilindbûyî" ya Îsraîlê li dijî Îranê, ku di 13ê Hezîranê de dest pê kir û bersivdayîna Îranê di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike.

Îranê êrîşek li ser Îsraîlê jî da destpêkirin ku ew jê re dibêje "Soza Rastîn 3". Di êrîşê de li Tel Avîvê teqîn çêbûn, ku tê de bi sedan moşekên balîstîk û herwiha dron jî hatin bikaranîn.

Li gorî agahiyên di çapemeniya Erebî de, Îranê di çarçoveya êrîşên “Soza Rastîn 3" de rêze moşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve avêtine.

Hat ragihandin ku moşek ji bajarê Şîraz ê Îranê ber bi Tel Aviv û Heyfayê ve hatine avêtin û yek ji wan li Heyfayê ketiye û teqînek mezin çêbûye.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku li seranserê welêt sîrenên hişyariyê hatine lêxistin û ji welatiyan hatiye xwestin ku biçin stargehan û dernekevin derve.

Hat ragihandin ku sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê piraniya moşekan têk biriye, lê tê payîn ku Îran di saetên pêş de êrîşên din bike.

Televîzyona Dewletê ya Îranê ragihand ku pergalên parastina hewayî li Tehranê dixebitin.

 
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.