Papa Leo bang li Îsraîl û Îranê kir

Papa Leo bang li Îsraîl û Îranê kir

PeyamaKurd – Papa Leo yê 14., rêberê Katolîkan û serokê Vatîkanê, bang li Îsraîl û Îranê kir ku "berpirsiyarî û aqil" bi kar bînin da ku rageşiya li Rojhilata Navîn kêm bikin û li dijî gefên nukleerî hişyarî da, tekezî li ser diyalog û aştiyê kir.

Papa Leo yê 14. rêberê giyanî yê Katolîkan û serokê Vatîkanê diyar kir ku ew krîza li Rojhilata Navîn bi "fikareke mezin" dişopîne û bang li Îsraîl û Îranê kir ku bi "berpirsiyarî û maqûl" tevbigerin.

Papa di çalakiyekê de li Bazîlîkaya St. Peter axivî û derbarê krîza li Rojhilata Navîn de nirxandin kir.

Papa Leo yê 14., behsa pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn kir û got:

Di rojên dawî de çend nûçeyên gelek xemgînker hene. Rewşa li Îran û Îsraîlê bi awayekî cidî xerab bûye. Di demek ewqas hesas de, ez dixwazim banga berpirsiyarî û aqil ji nû ve bikim. Pabendbûna bi avakirina cîhanek ewletir û bê gefa nukleerî, divê bi rêya axaftinên rêzdar û diyalogên samîmî were şopandin da ku aştiyek mayînde li ser bingeha edalet, biratî û qenciya hevpar were avakirin.

Nabê kesek hebûna kesekî din tehdît bike. "Erkê hemû welatan ew e ku piştgirîya doza aştiyê bikin, rêyên lihevhatinê bidin destpêkirin û çareseriyên ku ewlehî û rûmetê ji bo her kesî garantî dikin, pêş bixin."

 
 
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.