Biryara girtina qada hewayî ya Iraqê hate dirêjkirin

Biryara girtina qada hewayî ya Iraqê hate dirêjkirin

PeyamaKurd – Iraqê biryara xwe ya girtina qada hewayî ya xwe dirêj kir, ku ji ber aloziya li herêmê piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê wekî tedbîr hatibû girtin.

Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar, di daxuyaniyekê de ji bo K24 roja Yekşemê 15ê Hezîrana 2025an de ragihand ku biryara girtina qada hewayî ya Iraqê heta saet 22:00ê roja Duşemê 16ê Hezîranê hatiye dirêjkirin.

Hoşyar got ku Iraq ji ber rawestandina geştên asmanî rojane 270 hezar dolar wenda dike.

Ehmed Hoşyar diyar kir ku Desteya Hewayî ya Sivîl a Iraqê (ICAA) wê biryara xwe ya girtina qada hewayî ya welêt ji saet 22:00an pê ve ji nû ve binirxîne.

Hoşyar berê gotibû, heta niha 220 geştên asmanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji ber êrîşên hevbeş ên di navbera Îsraîl û Îranê de hatine betalkirin.

Ehmed Hoşyar tekez kir ku heta ku metirsiyek li ser qada hewayî ya Iraqê hebe, geştên hewayî dê ji nû ve dest pê nekin.

 
Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.