"Baweriya di navbera Îran û Amerîkayê de kêm bûye"

"Baweriya di navbera Îran û Amerîkayê de kêm bûye"

PeyamaKurd – Analîstê pêşeng ê Enstîtuya Lêkolînên Koçberiyê ya Macaristanê, Mesar Tarik, got ku berdewamiya danûstandinên peymana nukleerî ya Amerîka-Îranê ne mumkin e. Tarik destnîşan kir ku baweriya di navbera Amerîka û Îranê de daketiye asta herî nizm.

Mesar Tariq îhtîmala ji nû ve destpêkirina danûstandinên Amerîka-Îranê nirxand. Tariq diyar kir ku ji ber rageşiya heyî ya li Rojhilata Navîn, ji nû ve destpêkirina danûstandinên peymana nukleerî ya di navbera DYA û Îranê de hema hema ne gengaz e, van gotinan bi kar anî:

"Ji aliyê peymana nukleerî ya Îranê ve, ji nû ve destpêkirina danûstandinan niha hema hema ne gengaz xuya dike. Baweriya di navbera DYA û Îranê de kêm bûye û bûyerên leşkerî yên vekirî karê kanalên dîplomatîk hîn dijwartir dikin. Ji ber vê yekê vejandina peymana 2015an her ku diçe xeyalî xuya dike."

Pispor destnîşan kir ku di rojên pêş de rêze êrîşên nû mimkun in, nemaze heke Îran bernameya xwe ya nukleerî bidomîne an jî Îsraîl hin armancên stratejîk wekî negihîştî bibîne.

Tariq diyar kir ku berdewamiya krîza di navbera Îsraîl û Îranê de dikare bibe sedema tengbûna bêtir a rêyên dîplomatîk û ji nû ve şekildana sîstemên hevpeymaniya herêmî, û ji perspektîfa aborî ve, bazarên petrol û enerjiyê bi hesasiyet li hember pêşketinan bertek nîşan didin, ku ev yek dikare bibe sedema guherînên rêjeya danûstandinê ya cîhanî û xetereyên peydakirinê.

 
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.