Du berpirsên din ên payebilind li Îranê hatin kuştin

PeyamaKurd – Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku serokê îstîxbarata wan Mihemed Kazimî û cîgirê wî Hesen Muhaqîq di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.
Piştî daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê piştrast kir ku serokê îstîxbarata wan Mihemed Kazimî di êrîşên Îsraîlê de hatiye kuştin.
Supaya Pasdaran a Îranê herwiha diyar kir ku cîgirê Kazimî, Hesen Muheqiq û fermandar Muhsen Baqerî jî di êrîşê de hatine kuştin.
Çend saet berê, Netanyahu di hevpeyvînekê de bi çapemeniya Amerîkî re ragihandibû ku Kazemî û Muhaqîq li paytext Tehranê hatine kuştin.
Sibeha Înê, 13ê Hezîrana 2025an, artêşa Îsraîlê bi balafirên şer û balafirên bêpîlot êrîşî Îranê kir, tesîsên nukleerî û kargehên moşekên balîstîk bombebaran kir. Di êrîşan de gelek fermandarên leşkerî û zanayên navokî yên Îranî hatin kuştin.
Di bersivê de, Îranê şeva Înê dereng bi sedan moşekên balîstîk ber bi Tel Avîvê ve avêtin, ku piraniya wan ji aliyê parastina hewayî ya Îsraîlê ve hatin wêrankirin, her çend di êrîşan de gelek avahî û xanî jî wêran bûn.





