Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşan de 1/3 rampayên fuzeyên Îranê îmha kirine

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşan de 1/3 rampayên fuzeyên Îranê îmha kirine

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşên ser Îranê de, 1/3 rampayên fuzeyên Îranê îmha kirine û li ser Tehranê bi temamî desthilata hewayî xistine destê xwe. Li hinek deverên Tehranê dest bi tehliya sîvîlan kirine.

Berdevkê Hêzên Bergiriya Îsraîlê (IDF) Tumgeneral Effie Defrin, îro an ku roja Duşemê di civîna çapemeniyê de got ku Îran çend pêlên êrîşên her yek di navbera 30 û 60 fuzeyan de avêtine Îsraîlê û Îsraîlê piraniya wan têkbiriye. Defrin got ku Îran plan kiribû ku bi sedan fuzeyan bavêje Îsraîlê lê qismek rampayên fuzeyan di êrîşên di heman wextê de hatine îmhakirin.

Artêşa Îsraîlê got ku roja Duşemê Tehranê banga valakirina herêma 3em kiriye û bangekî îstîsnaye. Berdevkê artêşê Kemal Penhasi bi Farisî bang kiriye ku yekser deverê vala bikin û gotiye:

“Artêşa Îsraîlê wê di seetên pêşiya me de li deverê operasyonên ser avahiyên leşkerî yên avahiyên bingehîn bike.”

Li gor artêşa Îsraîlê; heya niha 120 rampayên fuzeyên balistik ji ortê rakiriye. Piraniya wan sîstemên mobilin û dikaribûn di heman wextê de bi hevre bi dehan fuzeyan bavêjin. Bi vî awayî fuzeyên ku Îran karibûya bi hevre bavêje bûye nîve nîv.

Defrin her weha got ku li dora bajarê Îsfahanê ji 100î zêdetir li hedefan xistine. Barhilgirên ku fuzeyan ji Rojavayê Tehranê dibirin Tehranê li wan jî xistine. 20 navendên Hêza Qudsê yên fermandariyê jî ji ortê rakirine.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.