Li sînorê Silêmaniyê moşekek kete xwar

Li sînorê Silêmaniyê moşekek kete xwar

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 16ê Hezîranê li sînorê navçeya Qeredaxê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ve moşekek ket xwar.

Qeymeqamê Qeredaxê Şîrîn Mehmûd ragihand ku di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne.

Şîrîn Mehmûd da xuyakirin, li nêzîkî gundê Tafanê moşekek kete xwar, lê belê ti ziyanên canî çênebûne.

Qeymeqamê Qeredaxê da zanîn, cihê bûyerê 500 metre ji navenda navçeyê û cihên niştecihbûnê dûr e û ti metirsî li ser welatiyan çênekiriye.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.