300 geştên asmanî yên balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê hatin betalkirin

300 geştên asmanî yên balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê hatin betalkirin

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê Dîlan Reşad îro 16ê Hezîranê ragihand, ji ber şerê Îran û Îsraîlê, zêdetirî 300 geştên asmanî li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê hatine betalkirin. 

Dîlan Reşad da zanîn, biryara rawestandin û destpêkirina geştan di destê Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê de ye û hemû geştên li Iraqê û Herêma Kurdistanê rawestiyane, ku rojane bi kêmî ve 70 geşt ji herdu balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê tên kirin.

Doh 15ê Hezîranê jî Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihandibû, dema destpêkirina geştên esmanî ne diyar e û ji ber rawestandina geştan, Iraq rojane 270 hezar dolaran ziyanê dibîne.

Rêveberê Balafirgeha Hewlêrê gotibû: "Heya ku metirsî li ser asmanê Iraqê hebe, geştên esmanî dê ji nû ve dest pê nekin."

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.