38 malbatên Iraqî newêrin ji Rojavayê Kurdistanê vegerin

38 malbatên Iraqî newêrin ji Rojavayê Kurdistanê vegerin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji ber ji aliyê dadgehê ve hatine xwestin bi hinceta endamtiya rêxistina terorîst DAIŞê zêdetirî 38 malbatên Iraqî yên li kampeke Rojavayê Kurdistanê ne newêrin vegerin.

Hate zanîn ku ew 38 malbatên Iraqî li Kampa Roj a Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ne ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Çavkaniyeke Iraqê ji medyayê re ragihandiye ku heta niha 46 malbatên Iraqî yên ku li Kampa Rojê bûn, hatine vegerandin lê 38 malbatên din li kampê mane û sedema mayîna wan jî wiha rave kir: "Vegera wan pêwîstî bi lêkolîna ewlehiyê û tedbîrên dezgehên ewlehiyê yên Îraqê heye."

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclîsa Parêzgeha Nînovayê Mihemed Kakeyî jî li ser mijarê ji Rûdawê re gotiye: "Piraniya wan malbatan xelkê bajarê Mûsilê ne û daxwazkirî ne. Dema ku tên vegerandin, li Nînovayê namînin û ji bo Bexdayê têne veguhestin."

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.