Li Pakistanê êrîşa bi teqemeniyê hat kirin: 2 kuştî û 11 birîndar

PeyamaKurd – Li her derê dinyayê her ciyê ku pirsgirêka perçixandina neteweyên bindest heye û xwediyê aşîrşeyên etnîkîne, ji ber mijarên xwe çareser nekirine, bûyer diqewimin. Yek ji wan ciya jî Pakistane ku xelkê Belûcistanê di bin destê xwe de dihêle ti heqekî nade Belûciyan.
Îro li eyaleta Belûcistanê ya Pakistanê li devera Barkxanê moptorsîletekî ku teqemenî barkirî bû, teqiya û di encamê de 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn.
Li gor rojnama Dawnê; rayedarê asayîşa devera Barkxanê Abdullah Xosa di daxwuyaniya xwe de gotiye; li Barkxanê li ber marketekî motorsîkleta ku rawestiyabû ji dûr de bi cîhazê teqandine, 2 kes mirine, 11 kes birîndar bûne ku rewşa 4 kesan girane.
Di teqînê de avahiyên der û dora ciyê teqînê xesarê dîne û birîndaran jî birine nexweşxanên der û dorê.
Bûyer li ser sînorê Pakistan-Afganistanê, li eyaleta Hayber Pahtunhva û Belûcistanê zêdetir diqewimin. Belûcî xwediyê grûbên çekdarin ku serxwebûna xwe dixwazin û her weha Peştû jî heman daxwazê dikin. Lê Talîbana Pakistanê heye ku baregehên wan li Afganistanêne û Pakistan gelek caran ji tevgerên Talîban a Paklistanê rayedarên Afganistanê berpirs digrin.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




