Ji ber êrîşên Îsraîlê rêya Tehran-Kerec- Qazwînê tije erebe bûn

PeyamaKurd – Rêvebirê gihandin û tarîkê yê eyaleta Elbûrzê Ali Zendi Fer ragihand ku ji Tehranê ber bi bakûr û ber bi rêya Kerec-Qazwîn de temamê rê tije erebe bûne. Xelk, terka Tehranê dike.
Zendi Fer bo ajansa IRNAyê ya dewletê axifiye û gotiye ji Tehranê ber bi Bakûr ve bi taybetî tunelên 17em û 18 em û dora Tunela Elbûrzê bi awayekî zêde trafik zêde bûye.
Rayedar ragihandiye ku carna bo çûna erebeyan sînor datînin û dixwazin wisa trafîkê bixin bin kontrolê.
Zendi Fer, ji bo rêya Kerc- Çalûsê got ku trafik gelek qelebalixe û heman rewş bo rêya Kerec-Qazwînê jî eyniye.
Qelebalixa trafîkê ji ber Îsraîl ji roja Îna borî de dest bi êrîşên hewayî yên ser Îranê kiriye, çêbûye. Ji, ber Tehran di hedefa Îsraîlê de bû û îro jî di hedefa Îsraîlê de ye, xelk ji Tehranê direve. Bi taybetî xelk ber bi Derya Hazarê, Azerbeycana Başûr û Kurdistanê de diçe.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




