Artêşa Îsraîl: Me şevê din 20 navendên leşkerî yên Îranê wêran kir

Artêşa Îsraîl: Me şevê din 20 navendên leşkerî yên Îranê wêran kir

PeyamaKurd- Berdevkê Artêşa Îsraîlê îro 16ê Hezîranê di civîna çapemeniyê de ragihand ku, hêzên wan şevê din “gurzekî bihêz” li artêşa Pasdarên Îranê daye ku 20 navendên leşkerî wêran kirine.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin wiha got: “Şevê din 50 balafirên şerî yên Îsraîlê êrîşên bihêz kirine ser deverên cuda cuda yên Îranê û 20 navendên leşkerî yên artêşa Pasdaran wêran kirine. Berpirsê Hewalgiriya Feyleqa Qudsê û Artêşa Pasdaran li gel du cîgirên wî, ku berê berpirsiyarên êrîşên li dijî Îsraîlê bûn, hatin kuştin.”

Effie Defrin bal kişand ser ku wan bingehên parastina asmanî wêran kirine û çend projeyên atomî jî ji kar xistine. Defrin got, "Em gelek bi baldarî li hemû deverên armanckirî dixin."

Berdevkê Artêşa Îsraîlê wiha pê de çû: “Şevê din me gurzeke bihêz li seranserê Îranê da. 50 balafirên şer tevlî wê êrîşê bûn. Me 120 bataryayên avêtina moşekan wêran kirin, ku sê parên tevaya bataryayên moşekan ên Îranê bûn. Her yek ji wan bataryayan bi dehan moşek diavêtin Îsraîlê, lewma Îranê îşev karibû bi nîvê şiyanên xwe yên berê moşekan biavêje Îsraîlê.”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê destnîşan kir, ew dê li ser wêrankirina bataryayên moşekan ên Îranê û rûbirûbûna gefên li ser Îsraîlê berdewam bin: "Îsraîl dê li hemû eniyên şer ên li Yemen, Xeze, kenarên rojava û deverên din jî berdewam be."

Effie Defrin eşkere kir, "Hemû hêzên bejahî, asmanî û deryayî yên Îsraîlê, tevî leşkerên yedek û yên sereke, bizavê ji bo parastina welatê xwe dikin. Tevî ku demeke dijwar be jî, em ê derbas bikin û bi ser bikevin."

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.