Netanyahû: Tehranê vala bikin

Netanyahû: Tehranê vala bikin

PeyamaKurd – Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê de, ku di 13ê Hezîranê de bi operasyona bi navê "Şêrê ku bilind dibe" (Operation Rising Lion) dest pê kirin, zêdetirî 150 tesîsên nukleerî û leşkerî hatin armanckirin di nav de li bajarên Kirmanşan, Sine û gelek deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê û her weha di serî de li Tehranê, li bajarên weke Natanz, Xondab, Xuremabad û tesîsên veguherîna ûranyumê li Îsfahanê. Di encamê de, li Îranê 406 kes hatin kuştin û 1,481 kes birîndar bûn, di nav wan de 70 jin û zarok in.

Li aliyê Îsraîlê, di bersiva Îranê ya bi sedan mûşekên balîstîk de, 14 kes hatin kuştin û 390 kes birîndar bûn, ku êrîşên Îranê bi taybetî li Tel Avîv, Quds û Hafê.

 

 

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyaniyek da û got:

"Îsraîl di rêya gihîştina du armancên xwe yên sereke de ye: Jiholêrakirina gefa nukleerî û gefa mûşekî ya Îranê."

Wî hişyarî da gelê Tehranê û got: "Tehranê vala bikin, me tedbîr girtine," ku ev nîşana berdewamiya êrîşên leşkerî ye.

Wî her weha duh, di 15ê Hezîranê de jî gotibû:

"Îran wê ji ber kuştina jin, zarok û sivîlên bêguneh bihayekî pir giran bide, û ev yek zû dê pêk were."

Operasyonên Îsraîlê armanc dikin ku bernameya nukleerî ya Îranê û tesîsên wê yên leşkerî têk bibin. Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê hişyarî dan ku êrîşan rawestînin, lê her du alî dibêjin ku şer wê bidome

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.