Jinavbirina Hamaney wê şer bide rawestandin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ragihand ku serokê dînî yê Îranê bikin hedef, wê şer zêde neke bi eksa wê dê şer biqedîne. Netenyahu şiroveya xwe bo kanala TV ya Amerikan ABC Newsê kir. Netanyahu got:
“Serokê DYAyê Trump bi sedema ku wê şer zêdetir bibe plana kuştina Hamaney qebûl nekir. Wê ev kiryar, şer zêde neke û dawiyê li şer bîne. Ji min re ne xeme ku peyaman didin û dibêjin şer bi dawî bînin û wê Îran dagere ser hevdîtinên nuklerî.
Dixwazin bi hevdîtinên derew DYAyê meşxûl bikin, derew dikin û hîle dikin. Hun dizanin di vê mijarê de agahiyên me yên saxlem hene.”
Netenyahu got ku Îran ji bo Îsraîlê û Amerîkayê tehdîde û weha dewam kir:
“Slogan diqêrin û dibêjin ‘mirin bo Amerîkayê’. Îro Tel Aviv û sibê New York. Lê ez ji ‘Amerîka mirî’ fêm nakim. Îran, ev dixwaze.”
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




