Îsraîlê di weşana zindî de li radyo û televizyona Îranê xist

PeyamaKurd- Balafirên şer ên Îsraîlê dema ku weşana zindî berdewam dikir êrîşî Televîzyona Dewletê ya Îranê kir ku pêşkeşvana jin wê kêliyê propagandaya rejîmê dikir.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Israel Katz gotibû ku ew plana wê dikin ku êrîşî navenda sereke ya Televîzyona Dewletê ya Îranê bikin.
Piştî vê daxuyaniya Israel Katz, Îsraîlê êrîşî Televîzyona Dewletê ya Îranê kir ku di weşana zindî de bû.
Li aliyê din Rêberê Olî yê Îranê Elî Xaminey jî gefa êrîşeke tund a nehiştina Tele Avîv û Hayfayê li Îsraîlê xwar û banga terikandina Tel Avîvê kir.
Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî beriya pêla nû ya êrîşên ser Tehranê banga li xelkê kiribû Tehranê vala bikin.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




