Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Macaristanê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistana, ji ber temambûna erka wî ya dîplomatîk pêşwaziya Konsulê Giştî yê Macaristanê yê li Herêma Kurdistana kir.
Îro, 16.06.2025an, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, ji ber ku dema erkê wî bi dawî bû, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Macaristanê yê li Herêma Kurdistanê, Atîila Tos kir.
Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Macaristanê kir û di erka wî ya pêşerojê de serkeftin jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Macaristanê jî spasiya xwe ji bo hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî zimên.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




