Sûdanî: Îsraîl dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike

Sûdanî: Îsraîl dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di civîna balyozên welatên Asya, Amerîka, Awistralya û Tirkiyeyê de got, hewldanên Îsraîlê yên ji bo berfirehkirina şer li herêmê, armanca wan ji nû ve xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn e.

Sûdanî herwiha destnîşan kir ku ev plan aramiya herêmê dixe xetereyê û bi tundî êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîlan şermezar kir.

Sûdanî got ku hikûmeta Siyonîst a dagirker prensîbên hiqûqa navneteweyî û mirovî nas nake û ji 7ê Cotmehê vir ve komkujî û tawanên giran pêk tîne.

Sûdanî rexne li civaka navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY) girt, ku di parastina aşitî û ewlehiyê de berpirsiyariya xwe bi cih nayîne.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.