Grossi hişyarî da: Xeteriya belavbûna radyasyonê heye

PeyamaKurd- Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî, Rafael Grossi rewşa dawî ya kargehên nukleerî yên li Îranê parve kir û hişyarî da ku ji ber zêdebûna aloziya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Îranê de xeteriya belavbûna radyasyonê heye.
Grossi got, ji êrîşa 13ê Hezîranê ve, dema ku beşa jorîn a erdê hate hilweşandin, ti zirara zêde negihîştiye Tesîsa Dewlemendkirina Sotemeniyê ya Natanzê û ti nîşanek tune ku beşa bin erdê rastî êrîşa fîzîkî hatiye.
Grossi diyar kir, asta radyoaktîvîteyê li derveyî Tesîsa Nukleerî ya Natanzê neguheriye û ji ber vê yekê ev bûyer bandorên radyolojîk li ser mirovan an jîngehê nake.
Herwiha Rafaek Grossi bal kişand ser wê rastiyê ku di hundirê Tesîsa Nukleerî ya Natanzê de hem qirêjiya radyolojîk û hem jî kîmyewî heye.
Grossi da zanîn, îhtîmalek heye ku materyalên nukleerî di nav tesîsê de belav bûne û tîrêjên ji perçeyên alfa xeterek girîng çêdikin, ger uranyûm were kişandin an jî were daqurtandin.
Dawiyê jî Grossi ragihand ku çar avahiyên krîtîk li qada nukleerî ya Îsfahanê zirar dîtine lê asta radyasyonê li derveyî tesîsê neguheriye.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




