Trump: Carinan divê welat pêşî şer bikin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew hêvî dike ku Îsraîl û Îran bikaribin bigihîjin rêkeftinekê, lê belê carinan divê ev welat pêşî şer bikin.
Trump berî ku biçe civîna G7 li Kanadayê, ji rojnamevanan re axivî û got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê bidomîne, lê bersiva pirsa gelo ew dixwaze Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Îranê rawestîne, neda.
Trump roja Yekşemê di posteke xwe de li ser Truth Social daxuyaniyên bi heman rengî da. Di posta xwe de got, "Divê Îran û Îsraîl rêkeftinekê bikin û wê bikin."





