PeyamaKurd - Rejîma Îranê rojnamena jin a muxalîf Hengame Şehîdî, bi 12 sal û 9 meh cezayê girtîgehê siza kir.
Parêzera Şehîdî, Mustafa Turk Hemedanî ji ajansa fermî ya Îranê (IRNA) re ragihand, “Miwekîla min bi biryara Serokê Dadgeha Şoreşê Ebulqasim Salawatî bi 12 sal û 9 mehan hat sizadan.”
Herwiha dadgehê ji xeynî cezayê girtîgehê, 2 salan ew ji karên rojnamevaniyê men kir û qedexeya derketina derveyî welat li ser sepand.
Hemedaniî diyar kir ku wan îtiraz li biryarê kiriye serî li dadgeha temyîzê daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin