Îran: “Amadekariyên girtina Buhira Babaulmendebê temam bûn”

Îran: “Amadekariyên girtina Buhira Babaulmendebê temam bûn”

PeyamaKurd – Endamê komisyona siyaseta derve yê meclisa netewî yê Îranê Ali Hezriyan, li ser pêşdeçûnên li Buhira Babulmendebê daxwuyanî da û got:

“Di rojên dawiyê de Hûsî ji bo girtina Buhira Babulmendebê tetbîqatan kirin û ji bo girtina wê temamê amadekariyên xwe temam kirin.”

Hezriyan, ji bo çûn û hatina di deryayê de raveyan kir, got ku ji bo keştiyên ku ne dijminin, li ber wan du rê hene û weha dewam kir:

“Keştî ya wê di Buhira Babulmendebê de bigerin û maliyeta bi 30 milyon dolarî bidin ber çav, an wê 5 milyon dolar pere bidin hêzên Yemenê (Hûsî) û îzna çûna bi ewle bistînin

Ev pêngav, ji bo îdarekirina maliyeta çûna transît û desthilata stratejîke ku ketiye rojevê û di heman wextê de peyama kontrola li ser enerjî û xetên bazirganiyê yên herêmê ye.”