PeyamaKurd - Îsmaîl Beqayî ji ajansa ISNAyê re diyar kir ku peywendiyên bi Amerîkayê re bi rêya Pakistanê têne meşandin. Piştî ku Donald Trump pêşniyara berê ya Îranê wekî "nayê qebûlkirin" nirxand, Amerîkayê şertên xwe yên nû di formê peymanekê de gihand Pakistanê.
Beqayî got: "Pêşniyara Amerîkayê hîn ji aliyê Îranê ve tê nirxandin û piştî vê yekê Îran dê nêrînên xwe bide Pakistanê.
Li aliyê din Trump diyar kir ku armanca wan gihîştina peymaneke "temam û dawî" ye ku ne tenê şer, lê hemû nakokiyên stratejîk çareser bike. Çavdêrên siyasî balê dikişînin ser vê yekê ku her du alî jî ji bo parastina aborî û ewlehiya herêmê, niha ji her demê bêtir nêzîkî lihevkirinê ne.