PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê derbarê Tengava Hurmizê de daxuyanî da û ragihand, ti danûstandinek li gel Amerîkayê nekirine.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje danûstandinên li gel Îranê bi awayekî baş birêve diçin. îro 1ê Nîsanê Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad ew yek red kir ku danûstandin li gel Amerîkayê hatibin kiriin.
Nîkzad got: '’Daxuyaniyên dijmin ên ku qaşo Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf mijûlê danûstandinan e neraste û ew yek bê bingeh e û ji bo pêşxistina fitneyê ye.’’
Nîkzad diyar kir: '’Tengava Hurmizê nayê vekirin û ti danûstandinek jî vê derbarê de me nekiriye û em nakin.’’