PeyamaKurd - Arîkarê Serdozgerê Îranê Muhemed Musediq diyar kir ku li welêt bikaranîna Instagramê wê were qedexekirin.
Musediq li paytext Tehranê di avahiya serdozgeriyê de civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Instagram wê were qedexekirin.
Musediq behs nekir ku qedexe wê çi wext dest pê bike û wek hinceta vê biryarê wiha got, "Li welêt hin hunermend ji bo kesên ku pêdiviya wan heye li ser Instagramê alîkariyê berhev dikin, lê ev rê li ber sûîstimalan vedike."
Li Îranê bikaranîna malperên parvekirinên civakî yên wek Facebook, Twitterê qedexe ne. Ji ber ku meha çûyî li bajarê Meşhedê seba pirsgirêkên aboriyê protestoyan dest pê kiribû û paşê wek protestoyên dijî rejimê pekiyabû bajarên din, di meha nîsanê de Telegram hatibû girtin. Li welêt ji sedî 55ê bikarhênerên înternetê Telegram bi kar dianîn û ji sedî 23 jî Instagramê bi kar tînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin