PeyamaKurd – Rêveberiya Îranê bi hinceta ku dorpêçên ser Îranê teşwîq dike, Weqfa Parastina Demokrasiyan a navenda wê li Amerîkayê (FDD) û kesên pê re têkildar in dixe nav lîsteya dorpêçan.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Musewî da xuyakirin, dê erka darazê biryara li ser FDD û kesên pê re pêwendiya wan heye, li demeke nêzîk bigihîne saziyên dewletê.
Musewî got ku di nav FDDyê de ji neteweyên cuda kesayetên ku hewla danîna dorpêçan ser îranê didin hene.
Li gorî Îranê FDD nabe ku wekî rêxistineke ramyarî bê dîtin û wê wekî saziyeke terorîzma aborî ligel Amerîkayê bi ser Îranê de pêk tîne bi nav dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin