PeyamaKurd- Îran bi balafirên xwe yên şer, li eyaleta Hurmuzganê li Girava Kîşê xwepêşandanê kir. Bi tevlîbûna cîgirê serokkomarê Îranê Sorena Settarî ku ji teknolojî û zanistê berpirse, bi wezîrê bergiriyê general Emîr Hatemî re fûara navdewletî ya 9 emîn ya hewayî lidarxistin.
Di fûraê de alavên ku yên bergiriya Îranê yên hewayîne hatin nîşandan. Di nava wan de helikopter, drone, balafirên şer û perçên wan hebûn. Di organîzasyonê de girava Kîşê bi tûrîzmê dertê pêş, balafirên şer yên F-4, F-14 û balafirên aîdê Rûsyayê 7 heb mîg-29 xwepêşandan kirin. Di xwepêşandanê de her weha balafirên akrobasiyê ku yên letonyayê ne L-39 jî hebûn.
Di fûarê de wezîrê bergiriyê axaftinekê kir û got ku wê li hemberê Amerîkayê berxwedana xwe bikin û bo dewletên cîran û dost jî peyama dostaniyê û aştiyê ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin