Îran: Li Kendava Basrayê me li 4 keştiyan xist

Îran: Li Kendava Basrayê me li 4 keştiyan xist

PeyamaKurd - Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li bakurê Kendava Basrayê 4 keştî ku li derveyî rêgezan veguhastina petrolê dikirin, di heman demê de hatine lêdan û şewat derket.

Her wiha hat diyar kirin ku li rojavayê Tengava Hurmuzê jî 3 keştî li mayînên deryayî ketine, di encamê de şewat derketiye û tevgera deryayî li wê deverê hatiye rawestandin.

Supaya Pasdaran Washingtonê tohmetbar kir ku keştiyan ber bi deverên mayînkirî ve dikişîne û rewşa ewlehiyê xirabtir dike.

Di daxuyaniyê de hişyariyeke tund hat ku eger DYA li ser van çalakiyên xwe berdewam bibe, bersivdana Îranê dê berfirehtir bibe û rasterast binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê bike armanc.