PeyamaKurd – Artêşa Îranê ragihand ku li radara Amerîkayê ya li Qatarê xistine ku radar dikare ji 5 hezar km.yî îşareta êrîşan bistîne, radar FP132 ye û temamê radarê îmha kiriye.
Îran ragihand ku êrîşa li ser Qatarê bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlêye yên ji bo ser Îranê. Artêşa Îranê got:
“Me li radara Amerîkayê ya li Qatarê ya FP132 xist ku radar dikare fuzeyên balistik bişopîne, timtêla radarê dikare heya 5 hezar km.yan îşarêtên fuzeyan bistîne.”
Ji wezareta bergiriyê ya Qatarê rayedarekî bo televizyona Al Jazeera gotiye ku Îran li Bakûrê Qatarê li radara hişyariyê ya pêşwext xistiye lê di encamê de kuştin an birîndarî nebûye.
Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hedefên ku li Îranê li wan xistine, yên li bajarên Tahran, İsfahan, Kerec, Qum, Tebrîz, Buşehr, Kirmanşah û Îlamê ne.
Îranê jî weka bersiv bi fuzeyan li baregehên DYAyê yên li Bahreynê, Îmaratan, Kuweyt, Qatar û Urdinê xistine lê li Bahreeynê jî li baregeha Amerîkayê ya piralî xistiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin