Îran ji devê xwe derxist: 3 pîlotên me di destê Qatarê de ne

Îran ji devê xwe derxist: 3 pîlotên me di destê Qatarê de ne

PeyamaKurd – Serokerkaniya Îranê ragihand ku di wexta şerê Îranê yê bi DYA-Îsraîlê re 2 balafirên Îranê yên ku ketine, ji 4 pîlotên wan 3 pîlot di destê Qatarê de ne. Îranê bi mijara her 3 pîlotan xwe car din xist riojevê.

Fermndarê lêgerîna wendayiyan ya serokwerkaniya Îranê Tuxgeneral Muhammed Bakirzade ragihand ku her sê pîlotên bi navên Cevad Salihi, Abdulmecid Deştiyan û İmran Behruşiyan piştî ku balafirên wan ketin, bi esîrî ketin destê Qatarê û 6 mehe di destê Qatarê de ne.

Bakirzade ji serokê komita xaça sor ya navdewletî ji Mirjana Spoljaric Egger re nameyekî şand ku di wexta şer bi DYA-Îsraîlê re dewam dikir, balafir di 2yê Adarê de ji êrîşa ser berageha dijmin dadgeriyan, sîstema Qatarê ya bergiriya hewayî li her dû balafirên Îranê yên Su-24 xistine, pilot xwe bi kursiyê avêtinê rizgarkirine û ji aliyê hêzên Qatarê de hatine girtin. Bakirzade gotiye:

“Mixabin ji wê rojê û heya niha 6 meh derbas bû, lê hukumeta Qatarê rêz li mafê esîran negirt, peymana Cenevreyê û temamê peymanên navdewletî binpê kir û mafên esîran îhlal kir. Tevî hewlên dîplomatîk jî Qatarê nehişt têkiliyan bi mirovên xwe re deynin.

Em ji rewşa wan endişe dikin û ji xaça sor ya navdewletî û mîsyonên mirovî daxwaz dikin ku bi pîlotên me yên li Qatarê esîrin re têkiliyan deynin, bila bi malbatên xwe re hevdîtin bikin, rewşa wan ya tenduristiyê ragihînin û ji bo serbest berdana wan rewşê amade bikin.”

Di êrîşê de pîlotê ku miribû yê bi navê Mecid Kazimî cenazê wî teslîmê Îranê kiribûn û Îran ragihandibû ku cenaze defin kirine.

Tenê di daxwaznama serokerkaniya Îranê de behsa balafirên Su-24 dike ku malên Rûsya ne û lê weka tê zanîn balafirên di destê Îranê de yên Amerîka ne…