PeyamaKurd - Îranê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku wan bersiva xwe ya derbarê pakêta 15 xalî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de gihandiye aliyê peywendîdar.
Ev pêşniyara ku bi navbeynkariya Pakistanê hatibû pêşkêşkirin, wekî gaveke ji bo kêmkirina rageşiya navbera her du aliyan dihat dîtin. Rayedarên Îranî destnîşan kirine ku niha gog di qada Amerîkayê de ye û ew li benda helwesta Washingtonê ne.
Di bersiva Tehranê de şertên hatine diyarkirin wiha ne:
Îran dixwaze serweriya wê ya li ser Tengava Hurmizê bi awayekî navneteweyî bê naskirin û hemû êrîşên li dijî welatê wan bên rawestandin.
Herwiha, Îranê daxwaza "qerebûkirina şer" kiriye ku heta mercên objektîf û dadperwerane neyên avakirin, ne mimkun e ku danûstandin derbasî qonaxeke nû bibe.