Îran: Me li Urdin, Kuwêt û Behreynê li xalên leşkerî xist

Îran: Me li Urdin, Kuwêt û Behreynê li xalên leşkerî xist

PeyamaKurd - Artêşa Pasdarên Îranê ragihand ku wan wek bersiv li beranber êrîşên ser axa xwe, bi balafirên bêmirov (drone) êrîşî hinek xalên leşkerî û lojîstîk ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li Urdin, Kuwêt û Behreynê kirine.

Hate diyarkirin ku ev êrîş wek tolhildana êrîşên DYAyê yên li ser binesaziya Îranê hatine encamdan.

Li gorî agahiyan, li Urdinê depoyên kelûpelên lojîstîk û piştgiriyê û qadên mayîna leşkeran, li Kuwêtê jî li Kampa Arifjanê ku yekîneyên zirxî û piyade lê ne, xalên stratejîk hatine lêdan.

Ji bilî baregehên leşkerî, Îranê ragihand ku li Behreynê jî kargeha herî mezin a alumînyumê (Alba) ku wek piştevaniya pîşesaziya leşkerî ya Amerîkayê tê dîtin, bi dronan hatiye lêdan.

Hêjayî gotinê ye, Îranê bi vê daxuyaniyê peyamek tund da welatên herêmê yên ku mazûvaniya hêzên Amerîkî dikin û nîşan da ku şerê di navbera Tehran û Washingtonê de li seranserê Kendavê û Rojhilata Navîn berfireh dibe.