PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku pêla yekem a petaya vîrusa koronayê wan derbas kiriye û dibe pêla duyem jî dest pê bike.
Ruhanî, bal kişand ser welatiyên ji cejna Newrozê vegerin malên xwe û hişyarî da ku dibe pêla duyem dest pê bike û got, wan ji belavnebûna Covid-19 tedbîrên xwe zêde kirine.
Rûhanî got ku ew neçar in pêdawîstiyên gel ên wekî av, xwarin û elektrîkê dabîn bikin û kargehên pêdiviyên paqijiyê hildiberînin jî niha di asta herî zêde de kar dikin.
Li gorî rewşa dawî Îran piştî Çîn û Îtalyayê welatê sêyemîn e ku herî zêde vîrusa korona li ser bandor kiriye û heta niha li gorî amarên fermî 24,811 bi Covid-19 ketine û 2,077 kesan can daye.
İran'da son 24 saatte yeni tip Koronavirüs (Covid-19) nedeniyle hayatını kaybedenlerin sayısı 143 kişi artarak 2077'ye yükseldi.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin