Îran û Talîbanê li ser sînor li hev xistin

Îran û Talîbanê li ser sînor li hev xistin

PeyamaKurd – Li eyaleta Îranê ya bi navê Sîstan-Belucistanê li navça Hilmendê li qereqola Sasûliyê di navbera hêzên sînor yên Îranê û Afxanistanê de şer derket. Di mehên dawiyê de di navbera Îran û Talîbanê de li ser bendava Hilmend û ava wê pirsgirêk heye û her dû dewlet lihev nakin. Ragihandin ji aliyê ajansa Fars de hat kirin.

Li gor ragihandina televizyona dewletê ya Îranê; sedema şer ne diyare û her dû teref ji bo sedeman ji ortê rakin civînan dikin.

Li ser şer, ragihandina ewilî ya bi fermî cîgirê rêvebirê giştî yê emniyetê yê Îranê Qasim Rizayî kir û got ku seet di 10.00an de hêzên Talîbanê bi çekên giran li qereqola sînor ya Sasûliyê xistine û hêzên Îranê bersiva wan daye. Rizayî got ku şer qediyaye û paşî dîsa dewam dike.

Piştî careka din şer dewam kiriye, fermandarê giştî yê hêzên emniyetê Ahmed Riza Radan ferman daye eger îhlala sînor bibe bila bersava Talîbanê bidin.

Talîbanê heya niha ti ragihandinê nekiriye. Çend roj berê Îranê li ser ava Helmendê Talîbanê tehdîd kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin