PeyamaKurd - Îranê ji ber balefira bê mirov (IHA) rêkiriye ser axa wê, bi fermî li dijî Amerîkayê doz vekir.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Xulam Husên Dehqanî ji çapemeniya welatê xwe re ragihand, roja înê (28.06.2019) bi fermî doz li Netewên Yekbûyî (NY) vekirin.
Herwiha got doza hatiye vekirin ji ber ‘’Wek dijmin tevgerîna Amerîkayê û rêkirina balefira bê balefirvan bo esmanên Îranê hatiye vekirin.’’
Xulam Husên Dehqanî got, mafê Tehranê heye bi tundî bersiva her êrîşekî bide.
Roja 20.06.2019ê Sipaha Pasdarên Îranê ragehindibû, balefirekî bê mirov a sîxuriya Amerîkayê têkşikandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin