PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, artêşa Îranê dest bi tetbîqata berfireh kir ku dê 2 rojan berdewam bike.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê, di tetbîqata hêzên bejahî ya bi navê "Hêza 1402"ê de yekîneyên moşek, top, asîmanî, piyade, zirxî, şerê elektronîk û şerê nûjen beşdar dibin.
Hat diyarkirin ku zêdetirî 200 helîkopterên veguhestin û êrîşê beşdarî tetbîqata mezin bûn ku dê 2 rojan berdewam be û dê li herêma Nasrabad a Îsfehanê bê lidarxistin ku yekîneyên girêdayî hêzên asîmanî jî piştgiriyê didin.
Li gorî hat zanîn, di tetbîqatê de dê kapasîteya şer û parastinê ya hêzên bejahî yên li hemberî gefên muhtemel bên nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin