PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî got ku ger tesîsên me yên enerjiyê werin hedefgirtin, ew ê tesîsên şîrketên Amerîkî yên li herêmê bikin hedef.
Araqçî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya El-Arabî El-Cedîd re de şerê li dijî DYA û Îsraîlê û rewşa heyî nirxand.
Araqçî behsa êrîşên Îranê yên li ser baregeh û hedefên Amerîkî yên li herêmê kir û got, "Êrîşên me tenê baregeh û berjewendiyên Amerîkî yên li herêmê dikin hedef. Em amade ne ku bi welatên herêmê re derbarê hedefên ku êrîş lê hatine kirin de komîteyek lêkolînê ava bikin."
Wezîrê Îranî herwiha gefên Serokê DYA Donald Trump ên li ser hedefgirtina tesîsên enerjiyê yên Îranê nirxand û hişyarî da, "Ger tesîsên me yên enerjiyê werin hedefgirtin, em ê tesîsên şîrketên Amerîkî yên li herêmê jî bikin hedef."
Araqçî herwiha diyar kir ku Îran pêşwaziya destpêşxeriyên ji bo bidawîanîna şer dike û got, "Heta niha gavên berbiçav ji bo bidawîanîna şer nehatine avêtin. Em ê pêşwaziya her destpêşxeriyek herêmî bikin ku bibe sedema bidawîkirinek adil a şer, lê bidawîbûna şer bi pêşîgirtina li êrîşên din ên li ser Îranê û bi dayîna tazmînatê ve girêdayî ye."