Îranê li ser Tengava Hurmuzê daxuyaniyek weşand

Îranê li ser Tengava Hurmuzê daxuyaniyek weşand

PeyamaKurd - Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 35 keştî ji Tengava Hurmuzê derbas bûne. Di nav van keştîyan de tankerên petrolê, keştiyên konteynerê û keştîyên din ên bazirganî hebûn.

Televîzyona dewletê ya Îranê raporek weşand ku behsa Hêzên Deryayî yên Sûpaya Pasdaran dike.

Li gorî raporê, di 24 demjimêrên dawî de 35 keştî, di nav de tankerên petrolê, keştîyên konteynerê û keştîyên din ên bazirganî, di bin hevrêzî û ewlehiya hêzên deryayî de ji Tengava Hurmuzê derbas bûne.