Îranê navê plansazê êrîsa Kirmanê askere kir

Îranê navê plansazê êrîsa Kirmanê askere kir

PeyamaKurd - Rejîma Îranê angaşt ku plansaze sereke yê êrîşa Kirmanê Ebdula Tacîcî yê Tacikistanî ye.

Wezareta Sîxurî ya rejîma Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku plansazê sereke yê êrîşa li bajarê Kirmanê kesekî Tacîk ê bi navê Ebdula Tacîcî ye.

Di daxuyaniya Wezareta Sîxuriyê de wiha hate gotin: "Kesê bi navê Ebdula Tacîcî bi jinek û zarokekî, bi rêyên deryasayî ji sînorên başûr ê Îranê derbasî nav welat bûye û dûre hatiye Kirmanê û li nêzîk bajêr xaniyekî kirê kiriye. Ev kesê hanê ku pisporê çêkirina bombe û teqemenî ye, ji bilî serperiştiya rasterast a kiryara terorîstî, ew bombe jî bi xwe çêkiriye. Piştî birêxistinkirina karê xwe û danîna planeke berfireh a ji bo pêkanîna kiryara terorîstî ya li Kirmanê, du roj berê ji Îranê çûye."

Di çaremîn salvegera kuştina Fermandarê Supaya Qudsê ya girêdayî Artêşa Pasdaran a rejîma Îranê Qasim Silêmanî de li nêzikî gora Silêmanî ku bi hezaran kes ji bo yadkirina Silêmanî li wê derê kom bûbûn, du teqînên bihêz pêk hatibûn û di encam van teqînan de ji 100î zêdetir kesan can dabûn û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûbûn.

Qasim Silêmanî, di 3yê Çileya 2020î de ji alê frokeyên bêmirov ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve, li Frokexaneya Bexdaya paytexta Iraqê, li gel 6 payebilindên leşkerî yên Rêxistina Heşdî Şabî ku ji komên milîşe yên Şîa pêk tên, hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin