Îranê têkiliya xwe ya bi bûyerên Yemenê re red kir

Îranê têkiliya xwe ya bi bûyerên Yemenê re red kir

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî di civîna çapemeniyê ya heftane de bal kişand ser rewşa Yemenê û diyar kir ku tu têkiliya welatê wî bi şer û pevçûnên di navbera Hûsî û Erebistana Siûdiyê de nîne.

Bekayî got ku hin alî ji van bûyeran bi armanca têkbirina pêwendiyên di navbera Îran û welatên herêmê de sûdê werdigirin.

Bekayî her wiha da xuyakirin ku civîna ku biryar bû li Maskatê derbarê Tengava Hurmizê de bihata lidarxistin, ji ber pêşveçûnên li Yemenê hatiye taloqkirin û îdiayên derbarê hebûna tesîsên nukleerî yên li Çiyayê Kazmayê jî red kirin.

Berdevkê Îranî rexne li polîtîkayên DYA û Îsraîlê girtin û ew bi binpêkirina qanûnên navneteweyî tohmetbar kirin.