PeyamaKurd: Li bajarê îstenbolê li navçeya Esenyurtê bi sedema ku du kesên Îranî maddeyên hişber difroşin di navbera wan û cendirmeyan de rev û girtin destpêkir. Cendirme bi ereba xwe li erebeya Îraniyan xistin dan rawestandin. Di şer de her dû Îranî birîndar bûn.
Bûyer îro siet li dora 2.30 yê piştî nîvro qewimî. Du erebeyên cendirmeyan erebeyeka Îraniyan taqîb dikir ku tê de 3 kes hebûn. Di şer de her dû kesên ku birîndar bûn hatin girtin. Li ciyê bûyerê demançeyekî û di nava torbe de maddeya hişber hebû. Kes behsa kesê sêyemîn nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin