PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Îranê tohmetên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê bernameya moşekî, nukleerî û hejmara kuştiyên xwepêşandanan de red kir û wekî wekî "derewên mezin" bi nav kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 25ê Sibatê li ser Xê bersiv da Serokê Amerîkayê Donald Trump û got, "Tiştên ku li ser bernameya nukleerî, moşekên balîstîk û hejmara qurbaniyên aloziyên meha Kanûna Paşîn hatine gotin, tenê dubarekirina derewên mezin in."
Trump di gotara xwe ya salane ya Kongreyê de gotibû, Tehran hewl dide moşekekê çêbike ku bikaribe li axa Amerîkayê bixe û dabû zanîn, niha jî moşekên Îranê digihin axa Ewropayê.
Donald Trump herwiha dabû xuyakirin ku rayedarên Îranê di xwepêşandanan de 32 hezar kes kuştine.
Berpirsên Îranê tenê kuştina 3 hezar û 117 kesan qebûl dikin lê rêxistinê serbixwe yên mafên mirovan jî vê hejmarê wekî zêdetirî 7 hezar kesan piştrast dikin.
Hêjayî gotinê ye, roja pêncşemê gera sêyemîn a danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de bi navbeynkariya Umanê dest pê bikin ku herdu alî jî hevdu tawanbar dikin. Li aliyê din Amerîkayê li deryayan û baregehên Rojhilata Navîn amadekariyeke xurt a êrîşeke ser Îranê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin