PeyamaKurd- Di dema şerê navbera Iraq û Kuweytê de ku Iraq Kuweytê dagir kiribû, gelek Kuweytiyan girtibû an kuştibû. Heya niha gelek gorên komkî derketine ku her kom, aîdê deverekî an milletekî ne. Niha jî cenazê 300 kesên Kuweytî ku ji aliyê Saddam Huseyn de hatibûn kuştin, hatin teslîmkirin bo dewleta Kuweytê.
Endamê Komîteya Lêgerîna Kesên Kuweyt û Iraqê û hem rêvebirê polîsên Basrayê korgeneral Reşîd Fileyh bo çapemeniyê ragihand ku jimara kesên Kuweytî yên li Iraqê wenda bûne, 613 kesin û ji wan bermayiyên cesedên 300 kesî hatine dîtin û teslîmê desthilatdarên Kuweytê hatin kirin.
Fileyh got ku lêgerîna li cesedan dewam dike û di demên dawiyê de li başûrê welat li Zikarê xebat têkirin. Komîta Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî rojek berê rêvebiriya Iraqê dawetî lêgerîna cesedên Kuweytiyan kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin