PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dorpêçên Amerîkayê yên bi ser Îranê de, rexne kir û got, “Iraq ne parçeyek ji dorpêçên ser Îranê ye.”
Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî li ser pirsa rojnamevanan a derbarê bicihanîna dorpêçên Îranê ji aliyê Iraqê ve destnîşan kir, “Iraq ne parçeyek ji dorpêçên Îranê ye. Sepandina dorpêçan a ser welatekî polîtîkaya Amerîkayê ye. Ev ne biryarên navnetewî ne ku em jî bicih werînin. Lewra jî ev babeteke navbera Amerîka û Îranê de ye. Em beşekî wê ne.”
Ebdulmehdî herwiha daxuyakirin, wan helwesta xwe pêşkeşî Amerîkayê û hemû aliyan kiriye ku ew nabin parçeyekî neyartiya welatekî din.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin