Iraqê ji bo sînorê Sûriyeyê fermana "gulebaranê" da

Dîroka Weşanê :
Iraqê ji bo sînorê Sûriyeyê fermana "gulebaranê" da

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî, bi daxuyaniyeke tund hişyarî da hemû komên çekdar ên li ser sînorê Sûriyeyê.

Şemerî ragihand ku hêzên Iraqê di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne û ferman hatiye dayîn ku "her hêzeke çekdar a nêzîkî sînor bibe, rasterast bi guleyan were bersivandin."

Wezîr Şemerî destnîşan kir ku Iraqê ev rewş sê sal berê pêşbînî kiriye û ji bo parastina sînor xendekeke 620 kîlometre hatiye kolandin.

Her wiha sînor bi kamerayên çavdêriyê yên pêşketî û balafirên şer tê parastin. Şemerî tekez kir ku ewlehiya sînor xeta wan a sor e û ew ê rê nedin ti binpêkirineke ji aliyê Sûriyeyê ve.